Têkoþîna Sara têkoþîneke gerdûnî bû
Li ser jiyan û têkoþîna Sakîne Cansiz hevrêya wê û Endama Konseya Serokatiya Giþtî ya KCK’ê, Elîf Ronahî axivî û got :“Têkoþîna hevala Sara ne têkoþîneke ku tenê bi têkoþîna jinê ya PKK’ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoþîneke gerdûnî ye. „
JIYAN FARAÞÎN / NÛPELDA TÊKOÞÎN / ANF / BEHDÎNAN
Li ser jiyan û têkoþîna Sakîne Cansiz hevrêya wê û Endama Konseya Serokatiya Giþtî ya KCK’ê, Elîf Ronahî axivî û got :“Têkoþîna hevala Sara ne têkoþîneke ku tenê bi têkoþîna jinê ya PKK’ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoþîneke gerdûnî ye. „
Elîf Ronahî got, „Hevala Sara berxwedana xwe ya li zindanê, li çiyê jî dewam kir“ û da xuyakirin ku bi danhevî û tecrûbeyên xwe hewl dida bi sekna xwe hevrêyên xwe yên ciwan perwerde bike û hiþmendiya jinê xurtir bike.
Rêbera tevgerên jinan
Ronahî diyar kir ku nabe Cansiz tenê bi têkoþîna PKK û PAJK’ê were nirxandin û îþaret bi asta gerdûnî ya têkoþîna wê kir. Ronahî destnîþan kir ku têkoþîna wê bû têkoþîna Roza û Clarayan û ji ber vê yekê 9’ê Çileyê ji bo hemû jinên cîhanê weke roja têkoþînê hate ragihandin.
Ronahî wiha dewam kir: „Têkoþîna hevala Sara ne têkoþîneke ku tenê bi têkoþîna jinê ya PKK’ê were nirxandin. Ji vê jî wêdetir têkoþîneke gerdûnî ye. Bi kîjan daxwaz û kelecanê dest bi têkoþînê kir, bi heman daxwaz, biryardarî û kelecanê heta kêliya dawî têkoþiya. Tevgerên jinan ên cîhanê her wiha hevala Sara weke rêbera xwe qebûl kirin. Jinên Arjantînî hevala Sara weke rêbera xwe qebûl kirin. Vê yekê berpirsyariya me hezar qatî zêde kir û bersiva me wê ji vê re hebe.“
Xwedî derketina li mîrateya wê
Endama Konseya Serokatiya Giþtî ya KCK’ê Elîf Ronahî destnîþan kir ku dema ku jin mîna Cansiz jiyan, mîna wê hîs kirin û li her warê jiyanê tevlî nava têkoþîna azadiyê bûn, hingî wê têkoþîna jinên bindest ên cîhanê gerdûnî bibe.
Ronahî got, „Di þexsê hevala Sara de ji bo bersivê bidin bîranîna hevalên Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze, Fatma, Delal û hemû hevalên þehîd, di çarçoveya hevrêtiya rast de em ê vê têkoþînê teqez bi ser bixînin, azadiyê diyarî dayik û jinên Kurd bikin û bikin ku di nava civakeke exlaqî-polîtîk de bijîn. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hemû jinên li Rojhilata Navîn di xeta hevala Sara de bijîn, têbikoþin, vê biryardariyê nîþan bidin û tevlî bibin.
315
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA