Kielê nobet dewr girt

Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê, di hefteya 248´an de ye. Kurdistaniyên ji bajarê Elmanyayê Kielê, vê hefteyê nobetê digirin.

21 Mart 2017 Salı | Kurdî

Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê, di hefteya 248´an de ye. Kurdistaniyên ji bajarê Elmanyayê Kielê, vê hefteyê nobetê digirin.

Kurdistaniyên ji Rojava yên ji bajarê Elmanyayê Saarbruckenê hefteya bihurî nobet girtin; wan nobeta xwe vê hefteyê dewrî koma ji 4 kesan a ji Kielê kir. Di çalakiya vê hefteyê de Bîlîcan Eroglû, Hasan Serhat, Mazlûm Mûstafa û Tûncay Varto cih digirin.

Bîlîcan Eroglû li ser çalakiya nobetê axivî û diyar kir ku weke jinekê ew pê dizane ku heta Ocalan azad nebe, jin jî nikarin azad bibin.

Eroglû bal kişand ser referandûma serokatiyê û anî ziman ku Erdogan ji bo dîktatoriya xwe mayînde bike referandûm xistiye rojevê. Eroglû bang li her kesî kir, bi taybetî ji jinan xwest, ku dengê ‘NA’ bidin.

Çalakgerekî din jî destnîşan kir ku çalakiya nobetê wê heta azadiya Ocalan bidome. Çalakgeran wekî din bang li hemû Kurdên li Ewrûpayê kir ku biçin ser sindoqan û dengê “Na” bidin. 


STRASBOURG


101

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA