Rojava dilê Sûriyeya Demokratîk e

HENÎFE HISÊN
Þiyê
Têkoþîna me ji bo azadiyê û demokrasiyê ye.
Ji bo avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e.
Ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî ye.
Ji bo neteweya demokratîk e ku hemû pêkhate, bawerî û beþên civakê li hemberî qanûnan wekhev in û dîsa gihîþtina hev a hemwelatiyên azad e.
Ji bo welatê hevbeþ e.
Ji bo komara demokratîk û federal e.
Ji bo çareseriya qanûnî ya demokratîk e.
Yanî armanca me pirr mezin e. Ne li ser hîmê etnîk e, berovajî wê li ser hîmê erdîngariyê ye.
Ti armanca me ya ku em Sûriyê parçe bikin û bikin dijminê xwe nîne, berovajî wê em dibêjin, Sûriye welatê me hemûyan e ku em tê de azad bijîn. Ger em ê li Sûriyê azad nejîn û xwe bi rê ve nebin, tu wateya cudabûnê jî nîne.
Jixwe, dîrokê jî îspat kiriye ku netewe dewletan wexta xweqedandiye û êdî dirûxin. Ji nû ve sazkirina avahiyeke pergalî a li ser hîmê etnîkî, bê wate ye. Jixwe modeleke alternatîf jî di milê zanista civakî û hêzên cîhanî de jî nîne. Tekane pergal û statuya alternatîf neteweya demokratîk e.
Em ji kesên ku aþiqê dewleta etnîk in, zêdetir aþiqê jiyana azad, rizgariya demokratîk û neteweya demokratîk in. Bi qasî ku em di vê oxirê de canê xwe jî bidin em aþiq in.
Jixwe ev bijarek, kurdîtiya me naxê bin siyê, em îdîa dikin ku kurdîtiya me ji ya her kesî pirrtir e û ji her kesî bêhtir em Rojavayî ne.
Bi dehan salan e li beramberî rêjîma BAAS’ê em þer dikin û li ber xwe didin. Me qehremanên weke Bavê Cûdî, Mamoste Osman, Nazliyê Keçel, Gulê Selmo, Þîlan, Fûat, Zekeriya, Ciwan û Cemîlan þehîd dan. Heta niha hîn jî hinek rêhevalên me di zîndanên rejîmê de ne ku aqûbeta wan ne diyar e.
Di pêvajoya þoreþê de bi dehan þehîdên me hene ku di þerê li dijî rejîmê de jiyana xwe ji dest dan. Lê ev nayê wateya ku em ê bi gelê Ereb, Suryan û gelên din re nejîn.
Esas, þoreþa Rojava bi þoreþa ziman dest pê kir. Niha bi deh hezaran zarokên me bi zimanê xwe û li ser mufredateke demokratîk û dûrî nijadperestiyê dixwînin. Ew kesên ku îro bi rakirina navê Rojava bi ne kurdbûnê me tawanbar dikin, zarokên xwe diþînin dibistanên taybet ên rejîmê.
Ji bo vê, em dibêjin, bi navkirina Federasyona Bakurê Sûriyê naye wateya înkarkirina Rojava. Ji ber ku Bakurê Sûriyê ji herêmên bakurê Sûriyê, Merebo û rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev bi belge hatiye misogerkirin. Ev ne biçûkbûn e, berovajî wê, mezinbûn e.
Dilop dilop gol çêdibe, me jî pêþî bajarên Rojava rizgar kirin, paþê jî herêmên bi giranî ji pêkhateyên Ereb pêk tên hatin rizgarkirin. Niha em bi rehetî bibêjin bakurê Sûriyê rizgar dibe.
Niha jî em bi îdîa ne ku tevahiya Sûriyê rizgar bikin û demokratîk bikin. Ji ber ku Sûriye rizgar nebe, bakurê Sûriyê bê wate ye û bakurê Sûriyê demokratîk nebe, azadiya Rojava misoger nabe. Ji ber ku Rojava dilê Sûriyeya demokratîk e.
995
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA