Qehremanên veþartî yên þer

Mistefa Xalid kedkarekî tenduristiyê yê ji Minbicê ye. Kerem Îbrahîm jî ajokarê ambûlansê ye. Her du jî di Pêngava Xezeba Firatê de wezîfedar in. Her du jî mîna hevalên xwe yên þervan bi biryar in.

21 Nisan 2017 Cuma | Kurdî

Mistefa Xalid kedkarekî tenduristiyê yê ji Minbicê ye. Kerem Îbrahîm jî ajokarê ambûlansê ye. Her du jî di Pêngava Xezeba Firatê de wezîfedar in. Her du jî mîna hevalên xwe yên þervan bi biryar in.

Di operasyona rizgarkirina Reqayê de li rex þervanên QSD’ê gelek saziyên cur bi cur alîkariyê didin þervanan. Ji lojîstika þervanan bigirin heta bi karê tendiristiyê li eniya þer alîkariyê didin þervanan û birîndaran derman dikin.

Mistefa Xalid xortekî ji Minbicê ye. Di nav pêkhateyên Ereb de ye. Karê tenduristiyê dike û ev mehek e ew û çar hevalên xwe di Pêngava Xezeba Firatê de birîndaran derman dikin. Xalid sedema tevlîbûna xwe ya di eniya þer de wiha dibêje: “Li Minbicê ji destê DAIÞ’ê min pir kiþand. Min soz dabû ku bajarê min ji çeteyan were rizgarkini çi ji min were xwestin ez ê bikim.”

Xalid ji bo þêniyên Tebqa û Reqa jî wiha dibêje: “Ez niha hîsên gel ê ku di bin hovîtiya DAIÞ’ê de fêhm dikim, ez fêhm dikim ku çi dijî. Ji ber vê jî ez li vir im, da ku alîkariyê bidim þervanan û zûtir gelê me ji çeteyan were rizgarkirin.”

Di her eniya þer de nuqteyek tendiristiyê heye û wesayitên ambûlansê jî hene. Birîndaran ji xetên pêþ radikin û tînin nuqteyên dermankirinê. Ji nuqteyan jî li gorî pêwistiya birîndaran diþînin Kobanê û Minbicê.

Ajokarê ambûlansê Kerem Îbrahîm got: “Karê me bi lezê ye. Her birîndarekî bi lez digihînim nexweþxanê.”

Kerîm bi domdarî dibêje: “Gelek caran çeteyên DAIÞ’ê li me direþînin. Lê em jî weke þervanan bi paþ ve venakiþin. Her çi jî bibe divê em birîndaran ji eniya þer rakin.”


HEYSEM MISLIM / ANHA / REQA  




184

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA