TARIQ HEMO: Efrîn: Keleha Mirovayetiyê li dijî faþîzma serdemê

Berxwedana Efrînê 3 heftî li dû xwe hîþt. Li hemberî artêþa dewleta Tirk û çeteyên wê, cîhadistên El Qaîda û komên kirêkirî, þoreþgerên Kurd, destanên mezin dinivisînin. Erdogan, an Hitlerê serdemê, bê çare maye. Wî qaþo ji bo dagirkirina Erfînê 3 rojan danîbûn.

13 Şubat 2018 Salı | Kurdî


TARIQ HEMO


Berxwedana Efrînê 3 heftî li dû xwe hîþt. Li hemberî artêþa dewleta Tirk û çeteyên wê, cîhadistên El Qaîda û komên kirêkirî, þoreþgerên Kurd, destanên mezin dinivisînin. Erdogan, an Hitlerê serdemê, bê çare maye. Wî qaþo ji bo dagirkirina Erfînê 3 rojan danîbûn. Piþt re, Hitlerê Enqere digot, ewê di 3 rojên din de Minbic, 3 din jî Qamiþlo bigre dest. Bi vê yekê re, wê artêþa hov, heta sînorên Iraqê biçe. An serokê faþîzma nûjen, pîlan dikir ku tevahiya Rojava û Þingalê di heftiyekê de bistîne!.

Ev 3 heftî Efrîn li himberî dewleta hevkara El Qaîdayê ya bi teknîka þer a NATO yê parastî, li ber xwe dide. Artêþa Tirkiyê û çeteyên wê nikarîbûn ji bilî sed metroyan bi pêþ ve herin. Ev çend sed metro jî, ji bo esker û çeteyan dojeh e. Ew li jêr agirê YPG û YPG´iyan disotin. Bi rokêtên ciwanên Efrînê di hundurê tank û erebeyên zirxî de dibin xulî û pîþo. 

Beriya êrîþa dewleta Tirk li dijî Efrînê, her kes di nava fikaran de bû. Gelo dê Efrîna ku ev 7 sal li jêr ambargo û êrîþan, karibe li ber xwe bide û li dijî artêþa Tirkan û çeteyên wê raweste. Dost û hevalên doza Rojava û hemû demokratên ku li dijî faþîzma Erdogan disekinin, ev metirsî dianîn ziman. Ew dost bi qasî ku bi vîna berxwedanê ya YPG û YPJ bawer bûn, lê di heman de ditirsiyan ku artêþa dewleta hevkara El Qaîdayê hemû çekên qedexe bikar bîne, da ku vê vînê têk bibe. 

Murat Karayilan endamê Komîteya Rêveber ê KCK beriya ku þer biqewime, mizgîniya serkeftinê ya gelê Efrînê li dijî terora dewleta Tirk da. Karayilan got: „Ji eskerên Tirkiyê netirsin. Ew kesên tirsonek û bê moral in. Em wan nas dikin. Piraniya wan hema ku þer germ bû, çavên wan li revê ye û serkeftinê di xelasiya canê xwe de dibînin. Li jêr guleyên gerîla tim reviyane, giriyane û tar û mar bûne. Dema ku ji þer vedigerin jiyana sivîlan, hemû bi nexweþiyên pisîkologî dikevin, hin dîn dibin, hin di nava trawmayê de pûç dibin, hîn jî xwe dikujin.“ 

Wek îro beriya 10 salan þervanên azadiyê derbeyek mezin li xirûra dagirkeriya Tirkiyê xistin. Di destana Zapê de hemleya þer ya artêþa AKP´ê têk çû û biryara xwevekiþînê ji aliyê serkêþiya artêþê bi awayekî lezgîn û suprîz hat dayin. Jixwe artêþa Tirkan wek her car behsa têkçûna xwe nekir, lê qaþo biryara xwevekiþînê „piþtî pêkanîna hemû armancan û têkbirina PKK“ hate derxistin. Lê her kesî dizanîbû ku artêþa dewleta Tirk di warê eskerî de li Zapê rastî têkçûnek mezin hatin. Bi sedan eskerên wê hatin kuþtin. Yên di reva ji bo xelasiya canê de bûn, hawara wan diçû ezmanan. Gelek jî di nava berfê de qerisîn, an jî piþtî vegera malên xwe, dîn û þêt bûn. Destê tirsê li wan ket!.

Îro Efrîn heman iradeya berxwedanê ya Zapê dubare dike. Efrîn berxwedana serkeftinê dimeþîne. Ew ê pozê Erdogan û hevalbendên wî, çeteyên El Qaîdayê biþkîne. Loma em dibînin bê çawa artêþa Tirkiyê ji tirsa vê binkeftinê bi belafiran û topan êrîþî sivîlan dike. Ew bi riya komkujiyan û siyaseta sotandina erd û ezmanê Efrînê, dixwaze vîna bexwedanê ya vî gelî têk bibe. 

Dewleta Tirk di vî þerê qirêj de cesaret û moralê ji welatên Ewrûpa û Rusiyayê digire. Erdoganê ku bûyê Hitlerê vê demê cesaretê ji durûtiya Ewrûpa û xiyaneta Rusiya ya sozên xwe, digire. Erdogan ji ber vê bêdengiya Ewrûpa û Rûsiya, hevkariya xwe ya bi El Qaîdayê xurtir dike û qet hesabê kesekî nake. Bi riya El Qaîdayê gefan li Ewrûpa dixwe û welatiyên wê bi þandina bi hezarên cîhadîstan tehdîd dike. Ewrûpa jî, bê pirensîp tev digere û carek din dibe sedema berizkirina faþîzmê û destûrdayina komkujiyan.

Dema ku Hitlerê Enqerê ji aliyê Ewrûpa ve neyên ambargokirin, sûcdarkirin û cezakirin, ew ê vê hemleya komkujiya Kurdan û wêrankirina Efrînê dewam bike. Dema ku mirovekî wek Papa destê xwe dirêjî destê kujêrekî mîna Erdogan bike û hemû kiryarên wî yên li dijî mirovayetiyê ji bîr bike, di nav de kuþtina bi hezaran Xiristiyan û wêrankirina dêran, dê Erdogan vê yekê wek „lempa kesk“ fêhm bike û hîna zêdetir kuþtin û terorê bimeþîne.

Efrîn niha li ber xwe dide. Efrîn ne tenê ji bo xwe þer dike. Efrîn îro þerê þaristanî û mirovayetiyê li dijî teror û tariyê dike. Efrîn eger bi ser bikeve, dê tevahiya mirovayetiyê ji terora Hitlerê Enqerê biparêze. Efrîn dê projeya “Xilafetê” ya ku Erdogan bi El Qaîdayê û hemû hêzên cîhadîstan re pîlan dike, beravêtî bike. Efrîn dê Erdogan qelis bike, xewna wî ya “Xilafeta Osmanî” têk bibe û nehelê ku Hitlerê demê bigihêje wê asta ku sivîlan li Ewrûpa bi riya van cîhadîstên xwe bikuje.   

Efrîn temsîla eniya þarestanî û Mirovayetiyê li himberî xeta teror û komkujiyan dike. Destekdayina berxwedana Efrînê pêdiviya hemû mirovên azad û demokrat in. Îro li Efrînê þerekî felsefî û bîrdozî jî heye. Þerekî di navbera eniya mirovatiya nûjen a li ser nirxên azadî, wekhevî û edaletê hatiye avakirin, li himberî eniya teror, komkujî û jiholerakirina hemû cihêrengiyan. Þerekî di navbera rengê reþ ê terora “cîhadê” û rengîniya bi hevrejiyan û biratiya gelan.

Îro Efrîn jiyan, namûs û keda her welatiyekî li her çar aliyên cîhanê, li dijî fikrekî totalîter, kîndar û hevkarê terorê diparêze. Xwedîderketina li Efrînê, xwedîderketina li hemû têkoþîna mirovayetiyê ya li dijî faþîzimê ye…   



267

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA