Yekemîn foca eskerî li Şehbayê hat ragihandin

Eniya El-Ekrad (Cebeht El-Ekrad) yekemîn foca xwe ya eskerî li kantona Şehbayê, bi merasîmekê, ragihand.

07 Ekim 2017 Cumartesi | Kurdî

Eniya El-Ekrad (Cebeht El-Ekrad) yekemîn foca xwe ya eskerî li kantona Şehbayê, bi merasîmekê, ragihand. Merasîm li Akademiya Şehîd Ela Cebo ya li herêmên Şehbayê bi merasîmeke eskerî ji aliyê şervanên Foca Şehîd Rustem Ekrad ve, hate destpêkirin. Paşê ji fermandarên Eniya El-Ekrad, Ciwan Ebû Hemze axivî û giriniya şopandina xetên têkoşerên mîna Rustem, Şervan, Bakur, Ebû El-Nor û Jiyan Ehres û xwedî derketina wan, anî ziman.

Ebû Hemze bang li ciwanên kantona Şehbayê kir da ku tevlî focên eskerî bibin û kantona Şehbayê biparêzin.

236 ciwanên tevlî Foca Eskerî ya Şehîd Rustem bûyî, wê 45 rojan li Akademiya Şehîd Cela Cibo di warê eskerî û birdozî de perwerde bibim.

Şehîd Rustem Ekrad yek ji damezirînerê Eniya El-Ekrad bû û di şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re li herêma Eyn Deqne ya kantona Şehbayê, Adara 2016`an şehîd bûbû. 


ANHA / ŞEHBA



209

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA