‘Em ê li Þengalê xweseriyê ragihînin’
Fermandar Zeyneb Cûdî: Xweseriya Þengalê wê her ol, her netewe û her zimanî di nava xwe de bihewîne. Di demeke nêz de Þengal wê xweseriya xwe îlan bike û wê xwe bi rê ve bibe.
Fermandara Yekîneyên Jinên Þengalê (YJÞ) Zeyneb Cûdî ya ku di konferansa dawiya hefteya bihurî li bajarê Elmanyayê Hamburgê pêk hatî de weke qiseker bi rêya Skypê beþdar bû, da zanîn ku ew ê bi her halî xweseriya xwe ragihînin.
Di gotara xwe de Cûdî îþaret bi girîngiya xweparastinê ji bo her nasnameyê kir û xwerêvebirin jî wekî beþeke xweparastinê bi nav kir. Cûdî bi bîr xist ku di Tebaxa 2014´an de ji ber ku hêzên eskerî yên Êzîdiyan nebûn, ew bi fermanekê re rûbirû mane, û got, êdî ew dikarin Þengal, Êzîdxan û gelê Êzîdî li dijî her cûre êrîþ biparêzin û ew ê vê bikin jî.
Di vê çarçoveyê de Cûdî da zanîn ku amadekariyên ragihandina xweseriya Þengalê tîn kirin û weke beþek ji xweprastinê ev yek wê pêk were.
Zeyneb Cûdî di heman çarçoveyê de doh ji Gazete Þûjin re jî peyivî û pesend kir ku ew amadekariyên ragihandina xweseriyê dikin.
Tehlûke dewam dike
Di hevpeyvîna di Gazete Þûjin de li ser tehlûkeya dewam dike li dijî gelê Êzîdî jî Cûdî wiha peyivî: “Polîtîkayên êrîþê yên li hemberî gelê Êzîdî dewam dikin. Pêþmergeyên ku êrîþî bajaroka Xanesorê kirin, hedefa wan tunekirina hebûna gelê Êzîdî bû. Di nava van peþmergeyan de ne tenê pêþmergeyên baþûr di heman demê de endamên MÎT´a Tirk û çeteyên DAIÞ’ê jî hebûn.”
‘Felsefeya berxwedanê nayê windakirin’
Zeyneb Cûdî di dewamê de çalakiyên grevê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin jî nirxandin û got, “Em berxwedana girtiyan silav dikin. Li zîndanên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dîlên azadiyê li ber sinorên þehadete ne. Em dibêjin, bila Erdogan baþ zanibe ger ew gelê Kurd bi fîzîkî bixe zîndanan jî ew ê nikaribe vê felsefa azadiyê têk bibe. Gelê Kurd rastiya xwe naskiriye êdî bindestiyê qebûl nake. Li girtîgehan mîrateya berxwedana Kemal Pîr û Mazlûm Dogan ku þîn dibe. Bêdengiya dewletan, nedîtina rastiyê ye. Gelê ku îradeya xwe nas kiriye dikare vê berxwadanê bide dewamkirin.”
Li ser amadekariyên ji bo ragihandina xweseriyê jî Zeyneb Cûdî wiha peyivî: “Gelê Þengalê ev 3 sal in, di bin konan de li ber sermayê û germahiya havînê li ber xwe dide. Ji ber ku bi hebûn û hêza xwe hisiyan. Weke artêþa Êzîdxanê, em ê heya dawiyê parazvanên Þengalê bin. Hêza herî bêhtir li hemberî dijminê Êzîdxanê þer dike û berdêlan dida hêza Êzîdxanê-YJÞ û YBÞ’ê ye. Encama berxwedana wan wê xweseriya Þengalê bîne. Xwesariya Þengalê jî wê bibe azadiya gelê Êzîdî. Þengal ber bi xweseriya xwe ve diçe û civaka Êzîdî ku xwedî baweriya herî kevnar ya di dîrokê de ye rêxistinbûna xwe mezin dike. Xweseriya Þengalê wê her ol, her netewe û her zimanî di nava xwe de bihewîne. Di demeke nêz de Þengal wê xweseriya xwe îlan bike û wê xwe bi rê ve bibe.”
Banga vegerê li gelê Êzîdî
Zeyneb Cûdî herî dawî banga vegerê li gelê Êzîdî kir yê ku di encama êrîþan de neçar ma warên xwe terk bike û wiha axivî: “Ji ber êrîþ û þer bi hezaran Êzîdî neçar man koçî welatên cuda bikin. Niha artêþa parastina gelê Êzîdî hat avakirin. Li Þengalê gel rêxistinbûna xwe bi pêþ dixe û pergala parastinê jî her ku diçe mezin dibe. Divê gelê me yê Êzîdî vegere ser axa xwe ya pîroz û piþtgiriyê bide parastin û birêxistinbûna xwe. Gelê Êzîdî ji dîrokê heta niha bi berxwedan û lehengiya xwe tê naskirin. Bangewaziya me ji bo pêþmergên Êzîdî jî heye ku xwe nexin nav vê lîstikê û ji bo berjiwendiyên gelê xwe bikevin nava tevgerê.”
HAMBURG / ÞENGAL
458
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA