Hunera govenda Kurdî

Ciwanên navçeya Seyîdsadiq ên Koma Govenda Niştîmanî gotin, ew dixwazin di şahiyan de bi pêşkêşkirina govendên cûr bi cûr çanda hunera Kurdî, bi taybet govendê, zindî bihêlin.

21 Mart 2017 Salı | Kurdî

Ciwanên navçeya Seyîdsadiq ên Koma Govenda Niştîmanî gotin, ew dixwazin di şahiyan de bi pêşkêşkirina govendên cûr bi cûr çanda hunera Kurdî, bi taybet govendê, zindî bihêlin. 

Koma Govenda Niştîmanî ji 13 ciwanan pêk tê, di pîrozbahiyên doh ên Newroza navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê de çend govendên gelêrî pêşkêş kirin. Ciwanên koma govendê diyar kirin ku ew daxwaz dikin ku ciwan tevlî koma wan bibin û fêrî hunera govendê bibin. Berpirsê komê Ebubekir Mecîd got; armanca wan xizmetkirina ji hunera Kurdî û zindî hiştina vê hunerê ye. 


 ROJNEWS / SEYÎDSADIQ



39

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA