‘14 leşker hatin kuştin’

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, di çalakiyên gerîla de li Şirnex û herêma navbera Amed û Mêrdînê 14 leşker hatine kuştin.

18 Mart 2017 Cumartesi | Kurdî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin, ku li dijî operasyonên artêşa Tirk, gerîlayên wan çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 16’ê Adarê saet di 08:30 de, li herêma Mazî ya li ser rêya navbera Amed-Mêrdînê li dijî wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Rangerê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Navendê diyar kir, di encama vê çalakiyê de 3 leşker mirin, leşkere jî birîndar bû û destnîşan kir, ku ev çalakî weke bersiva li operasyonên dewam dawî hatiye lidarxistin.

Li Qilebanê 11 leşker hatin kuştin

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, hêzên gerîla roja 16’ê Adarê saet di 09:40 de ji du aliyan ve li leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Şehîdan ê li herêma Elemun a navçeya Qilaban a Şirnexê xistin.

HPG’ê destnîşan kir, di çalakiyê de tevî çepereke çeka A4, 5 çeper hatin rûxandin û di encamê de 11 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê diyar kir, piştî vê çalakiyê qereqolên artêşa Tirk ên li vê herêmê, saet di 13:00 de top avêtin qada çalakiyê.

Hat gotin, hêzên gerîla yên çalakî pêk anîn bi rengekî serketî ji qadê derketin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN 


178

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA