Xurtkirina DAIÞ´ê ye
Dr. Faîq Gulpî ji bo siyaseta derve ya dewleta Tirk got, ne bi destê xwe ye û wiha peyivî: "“Îran û Rûsyayê ji Tirkiyê re gotiye tekiliyên xwe li gel Iraqê baþ bike.”
Siyasetmedarê Kurd Dr. Faîq Gulpî bal kiþand ser daxuyaniyên li dijî hebûna PKK'ê li Þengalê û got: "PKK li Þengalê çareserî ye, ne pirsgirêk e. Ewên dixwazin PKK ji Þenalê vekiþe, dixwazin DAIÞ’ê bi hêz bikin."
Serokwezirê Tirk Bînalî Yildirim li gel þandeya pêre 7 û 8’ê Çile bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî re rûniþt. Yildirim li gel Ebadî peyman îmze kir li gel Barzanî jî çend caran PKK weke terorîst bi nav kir û xwest ji þengalê derkeve.
Têkildarî serdana Bînalî Yildirim û lihevkirina wî ya li gel Bexda û hevdîtina li gel Barzanî, siyasetmedarê Kurd Dr. Faîq Gulpî got: “Eger PKK ne li Þengalê ba, DAIÞ’ê wê Çiyayê Þengalê dagir bikira. Eger wisan bibûya, DAIÞ wê ji bo Herêma Kurdistana bibûya metirsiyeke mezin û DAIÞ wê sê-çar salên din li wan herêman bimaya.”
PKK ji bo parastina gel çû Þengalê
Di dewama axafitina xwe de Gulpî got, “Eger PKK ji Þengalê derkeve rê li ber DAIÞ’ê wê bê vekirin ku li Þengal û çiyayên wê bi cih bibe. Eger ev yek pêk bê, DAIÞ wê bi hêz bibe. Ji ber wê jî yên ku dixwazin PKK ji Þengalê vekiþe, dixwazin DAIÞ’ê bi hêz bikin.”
Faîq Gulpî behsa pevajoya hatina PKK’ê ya Þengalê jî kir û got: “ Dema ku PKK hat Þengalê, hêzên PDK’ê xwiþk û birayên me yên Êzîdi di nav lepên DAIÞ’ê de hiþtin û çû.”
Xwe bi Rûsyayê çêdike
Têkildarî sedama serdana Yildirim jî Gulpî got, siyaseta derve ya Tirkiyeyê ne bi destê xwe ye û wiha peyivî: “Îran û Rûsyayê ji Tirkiyê re gotiye tekiliyên xwe li gel Iraqê baþ bike. Ji ber ku destpêkê Emerika dostê Tirkiyeyê bû, lê niha tekiliyên Tirkiyê li gel Rûsyayê hene.”
Her wiha li ser çûna Kurdidtanê tevî ewqas wezirên Tirk li gel Yildirim ku di nava wan de Wezîrê Jêderên Xwezayî û Wezîrê Perwedê jî hebûn, Dr. Faîq Gulpî got: “Armanca hatina wezîrê jêderên xwezayî ew e ku ew peymana di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de heyî ji Bexdayê jî piþtgiriyê bigire. Sedama hatina wezîrê perwerdê jî ji bo wê ye ku bi riya wezareta perwedê çanda Tirk bîne li van herêman bi cih bike.”
DANA OMER / ROJNEWS
1888
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA