Hilbijartin û Rabûna Gelê Serbilind

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Dema mirov pêkhatin, çalakî û diyardeyekê dinirxîne, divê mirov berê her tiþtî li rastiya; ew kengê û di çi rewþê de pêkhatiye binêre. Li gel wê li hember hemû dijwariyan jî gel li doza xwe xwedî derketiye, yan na, ev girîng e.
Dagirkerên tirk berê yekitiya hemû partiyên dewletê (AKP;CHP; MHP) pêkanîn, bi wê ve girêdayî dest danîn ser çapemeniyê, parêzbenda parlamenteran rakirin û HDP îzole kirin. Piþt re dest bi ruxandina bajar û deverên (Cizîr, Sur, Þirnax, Nuseybîn, Gever..) kelahên berxwedanê bûn kirin, rêya koçberiya sedhezran vekirin.
Bi riya darbeya leþkerî ya wek þanoyekê hatiye sêwirandin darbeyeke sivîl pêkanîn. Bi wê re zagona heyî jî ji holê rakir û KHK (Biryarên di hêza zagonê de) kirin cihê zagonê. Wan bi van KHK yan dest danîn ser hemû þaredariyan; parlamenter, þaredar û bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin, gel bê rêxistin hîþtin, Jixwe saziya hilbijartinê ji berê ve di xizmeta serkariyê de ye.
Wek gava duyem, a) li aliyekê tekoþîna gelê kurd wek dijimin, ruxandina Tirkiyê derxistin pêþ ku bikanin hestên nijadperestiyê sor bikin, li aliyê din hemû kes, tarîqat û saziyên qaþo îslamî ji bo xapandina gelê bawermend xistin nava tevgerê.
b) Bi rîya kes, kom, komik û partiyên marjînal ên di siya PDK de dijbangaþiyeke bêbext li hember Tevgera Azadî û HDPê birêvebirin. Van derdoran jî bi taybetî ji bo serketina dengên erê hezar û yek qilopani avêtin. Têkiliya rêveberiya Hewlêr û Enqerê wek hêvîyekê firotin û kirin alavê bangaþiyê.
Ev referandum di nava þert û mercên wisa bêbext de pêk hat.
Û gel rabû þah
Hem serakriyê îslamo faþîst bi çapemeniya xwe ve li gor tirsa reþandibûn ser xaka pîroz û hem ji derdorên di siya PDKê de bi hêviya muhatap hatina girtinê dij bangaþiyeke herê qirêjê xayînane bi rêve dibir, bangaþiya êdî hêza Tevgera Aazadî û bi wê ve girêdayî ya HDPê hatiye þikandin derxistin lutkeya bangaþiya ku bixwe jî jê bawer nedikirin.
Bi serhildana Newroze re ev çembera bêbext hate parçekirin. Bi rêya bangaþiya referandumê kelecaneke ji nû ve rabûnê li ezmanê bajarên Kurdistanê bilind bû ew çembera bêbext parçe parçe bû. Li hemû kelahên berxwedanê gel bi rêjeyeke pir bilind bersiva dagirkeren bi tundî da. Wan bi serbilindî dan xuyakirin ku ti hêz û sextekarî nikane wan teslîm bigire.
Divê mirov rêjeya dengan li gor rastiyan binirxîne. Li hemû bajaran ji sedemên nebûna kar, çewisandin û zordestiya dagirkeran, bi sedhezaran koçberî pêkhatiye. Li gel wê dewleta trik di bin navê leþkerî, polîs, hêzên taybet, sîxwiran de bi sedhezaran sangole û serserî li bajaran bi cih kirine, dengên wan wek dengên blok hatine bikaranîn. Ji ber vê rastiyê li ti bajarê Kurdistanê rêjeya dengên kurdistaniyan kêm nebûye. Heta di zêdebûna dengên na yên li metrepolên tirk de jî rola bingehîn ya welatparêzan e.
Hemû cihan rastiya sextekariya di vê referandûmê de hatiyekirin haydar e, li aliyê din ji ber kesayetiya RTE û dek û dolabên AKP ev referandûm wek referandûmeke rewa nepejirandiye. Mînak DYA ji bo daxuyanî dayînê li ser rapora AGIT ê rawestiyaye. Heta bê çend kesên wekî wî, ti kesî ew pîroz nekir û jê re serkeftin negot. Di hemû þiroveyan de ev encam wek kareseteke ji bo mirovahiyê hate nirxandin.
Divê em gelên ti bajarê Kurdistanê tewanbar nekin, em rastiyên wan bajaran binirxînin û li gor van rastiyan nêzîkê gelê li wan bajaran bibin. Mînak Riha û Semsûr. Li van herdu bajaran jî rola menzîlcî, kesên wekî wî û eþîrtiyê gelek mezin e. Dewleta dagirker ji avabûna xwe hetanî vê roja me van alavên bêkêr bikartîne. Divê em li ser azînên ku em çawa bikanin gel ji vê bandorê rizgar bikin rawestin. Heke em bikanin vê çembera bêbext biþkênin, wê rewþ bi tevahî biguhere.
Wek emcam mirov dikane bibêje; em li hember dagirkerîyê bi ser ketine. Wê serkeftina pêþ jî ya gelê me be.
800
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA